• Thursday, 19 February 2026
logo

Merkel: Divê Esad jî beşdarê danûstandinan bibe

Gulan Media September 25, 2015 Nûçe
Merkel: Divê Esad jî beşdarê danûstandinan bibe
Serokwezîrê Almanya Angela Merkel daxuyand ku ji bo çareserkirina qeyrana li Suriyê, divê serokê rejîma wî welatî Beşar Esad jî beşdarê danûstandinên navnetewî bibe.

Merkel piştî civîna serokên Yekîtiya Awropayê ya derbarê pirsa penaberan axivî û daxuyand ku divê qeyrana li Suriyê bê çareserkirin.

Serokwezîrê Almanya ragehand ku divê Esad jî beşdarê danûstandinên ji çareseriyê bibe û got; ”Divê em ligel gelek aktêran biaxivin. Ne tenê DYA û Rûsya. Divê Îran, welatên Sunne û herwiha Esad jî di nav de bin.”

Piştî êrîşa DAIŞ’ê ya li ser Suriyê û penaberiya xelkê vî welatî, kesên ku ji bo çareseriyê piştgiriya mayîna Esad dikin zêde dibin.

Wezîrê Karê derve yê DYA John Kerry jî hefteya borî ragehandibû ku heger Rusya Esad bîne ser mêzê, ew amadene ku ligel wî jî danûstandinan bikin. Herwiha gotibû, rojeva yekem ne çûna Esad e.

Basnews
Top