Li Hecê xewse destek û 220 heciyan jiyana xwe jidest dan
Televizyona Suudî ya Al Arabiya News ragehand ku Rêveberiya Bergiriya Medenî ragehandiye ku li bajarê çadir ya Mînayê xewse û îzdîham çêbû û di encam de 220 kesan jiyana xwe jidestdan û 450 kes jî birîndarbûn.
AFP’ê jî ragehand ku hê gelek kes di bin xêwet û çadiran de mane û hewlên rizgarkirina wan berdewam dike.
Di roja 11’ê Îlonê jî li Kabeyê wîncek qulupî bû û di encam de 107 haciyan jiyana xwe jidest dabû.
Basnews
