• Thursday, 19 February 2026
logo

Efserekî pilebilind ê Artêşa Almanya li Hewlêrê bi mirî hat dîtin

Gulan Media September 24, 2015 Nûçe
Efserekî pilebilind ê Artêşa Almanya li Hewlêrê bi mirî hat dîtin
Berpirsekî leşkerî yê Almanya li bajarê Hewlêrê bi mirî hat dîtin.

Li gor agahiyan, duh berpirsekî leşkerî yê Almanya di hotêla Krîstal a bajarê Hewlêrê bi mirî hat dêtin.

Çavkaniyekî leşkerî yê Almanya ji medyayên wî welatî re ragihandiye, ku efserekî artêşa wî welatî yê bi navê Stephan Spottel duh saet 13:30an bi mirî di odeya xwe de li hotêl Krîstal a bajarê Hewlêêr hat dîtin.

Derbarê bûyerê de berpirsekî pilebilind ê ewlehiya Hewlêrê red kir ku ew efserê almanî hatibe kuûştin û ragihand: Ew kes bi xwe miriye û nahetiye kuştin.

Stephan Spottel berpirsê yekîneya perwerdeyiya leşkerî ya almanî li Heêrma Kurdistanê bûye ku perwerdeya leşkerî dide Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê.

Ji aliyekê din ve çavkaniyekî pilebilind di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ragihandiye, “endamekî wan roja çarşemiyê li bajarê Hewlêrê jiyana xwe ji dest daye.”

Li gor vê daxuyaniyê jî ku hêzên leşkerî yên Almanya belav kirine, “lidûvçûn bo bûyerê dest pê kiriye û di demek nêzîk de agahiyan zêdetir li ser çawaniya mirina wî kesî dê were belavkirin.”

Rudaw
Top