• Thursday, 19 February 2026
logo

Ebadî: Kurdistan kêm petrolê bişîne dê kêm bûdceyê bistîne

Gulan Media September 24, 2015 Nûçe
Ebadî: Kurdistan kêm petrolê bişîne dê kêm bûdceyê bistîne
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî helwesta xwe li ser şandina bûdceya Herêma Kurdistanê aşkere kir û ragihand, eger Kurdistanê kêmtir ji rêjeya rêkevtinê petrolê bifiroşe, ew dê bûdceya wê kêm bikin.


Nivîsîngeha Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di daxuyaniyekê de ragihand, Ebadî gotiye Bexda dê di çarçoveya rêkevtina petrolê de serederî ligel şandina bûdceya Kurdistanê bike.

Di daxuyaniyê de tê gotin, Ebadî di bersiva pirsyareke çalakvanan û rêxistinên civaka sivîl (NGO) de ku gelo reftara Hikûmeta Iraqê ligel Kurdistanê li ser pirsa petrolê dê çawan be, ragihandiye: Serederiya me ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser bingeha 550 hezar bermîlên petrolê di rojekê de û bi rêya hikûmeta navendî ye. Em jî dê li hember wê yekê pişka bûdceya Kurdistanê bişînin.

Serokwezîrê Iraqê daye xuyakirin, ku eger rêjeya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê kêmtir ji rêjeya rêkevtinê be, hingê dê pişka bûdceya Kurdistanê jî li gor wê rêjeyê bê kêmkirin.

Ebadî herwiha tekez kiriye, dema ku Herêma Kurdistanê red bike bi rêya Bexdayê petrolê bişîne derve, em jî dê bûdceya wê bibirrîn.
Top