Shakira bo xatirê Alan Kurdî bang kir
Shakira ku balyozê niyet pakiya UNICEFê ye, beşdarî civîna “Perwerde û Geşandana Zarokan” a ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatî sazkirin bû û li ser xeniqîna Ala Kurdî got, dîmenên wî gelekî trajedî bû.
Shakira got divê wêneyê Alan Kurdî yê li qerax avê cîhan ti caran neyê ji bîr kirin û wiha domand: “Bila zarok bedela şerî nedin. Em hemû ji zarokan bepirsîn. Ne rayedarên cihanî û ne jî em weke sivîlan nikarin xwe ji barî xilas bikin.”
Herwiha stranbêja navdar anî ziman pêwîstiyan koçberan bi xaniyan hene û wiha pê de çû:
“Ez dibînim ku nijadperestî pirsgirêkekê mezin e. Dibe ku pirsgirêkên aborî yê hemû welatan hebe, lê bila nijadperstî, al, sînor, hejmara ne ji pêwîstiyên mirovan girîngtir bin. Ez bawer dikime ku rayedarên cihanî dê ji bo xatirê Alan Kurdî, Xalib Kurdî pirsa koçberan bi awayekê aqilane çareser bikin.”
Shakira da zanin dema ew herdu birayan Alan û Xalib bi bîra xwe tîne, gotinên strana di “Imagine” de yên “Imagine all the people sharing all the world (Xeyal bike, tevahiya nirovan tevahiya cihanê parve dikin” ya John Lennon tê bîra wê.
Shakirayê pirsê: “Çima em tevahiya cîhanê parve nakin? Çi ji bo me dibe asteng?”
Rudaw
