• Thursday, 19 February 2026
logo

Sozan Şihab: Barzanî bo 2 salên dinê seroke

Gulan Media September 23, 2015 Nûçe
Sozan Şihab: Barzanî bo 2 salên dinê seroke

Endama xola pêşîn ya parlemana Kurdistanê ragihand ku cudahiya niha û ya 30 hizêranê tenê ewe ku wê demê du partiyan dema serokatiya Barzanî dirêj kirin lê yê niha 5 partî dirêj dikin.

Sozan Xale Şihab, endama xola pêşîn ya parlemana Kurdistanê ji Xendanê re ragihand: Rewşa siyasî ya herêma Kurdistanê bandora xwe li ser hemû movikên desthilatê kiriye, ne hikûmet li parlemanê baştire û ne jî parleman ji hikûmetê baştire.

Şihab got: Ev xola parlemanê sozên mezin dane xelkê lê niha sê mehan carekê xelk mûçeyê xwe werdigre û lêpirsîn nayê kirinê û behsa dahatê jî nayê kirin. Parleman felc bûye.

Ew jî diyar kir Sozan Xale Şihab gotî: Me di 30 hizêrana 2013`an de bi rêkeftina herdu mektebên siyasî (PDK û YNK) dema serokatiyê bo Mesûd Barzanî dirêj kir, niha jî li derveyî parlemanê civîn tên kirin daku dema serokatiya Mesûd Barzanî dirêj bikin, wate cudahiya 30`ê hizêranê û nia tenê ewe ku wê demê 2 hizban dema serokatiya Barzanî dirêj kirin, lê niha 5 hizb wê yekê dikin.

Parlemantera berê ya parlemana Kurdistanê Sozan Xale Şihab tekez kir û got: 5 partî dema serokatiyê bo Barzanî dirêj kirine, tu goman di wê yekê de tune ye ku Barzanî ji bo 2 salên dinê seroke.

Xendan
Top