Heyeta PDKê li Rojavayê serdanên xwe didomîne
Heyeta PDKê li Rojavayê Kurdistanê serdana çend aliyên siyasî kir.
Heyeta partiya demokrata Kurdistanê yaku bi Serokatiya Kemal Kerkûkê bi nuneratiya Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bi mebesta beşdarî kirin di kongreya 6an ya PYDê de serdana Rojavayê Kurdistanê kiribû, piştî bi dawî hatina kongrey dest bi serdan kirina aliyên din yên Rojavayê Kurdistanê kir.
Her di vê çarçoveyê de heyeta PDKê li bajarê Dirêkê ya li Rojavayê Kurdistanê li gel her yek ji ENKS û partiya demokrata Kurd ya li Sûriyayê civiya û peyama Serok Barzanî û PDKê gehande Kurdên Rojavayê Kurdistanê.
