• Thursday, 19 February 2026
logo

2 Wezîrên HDP dev ji Hikûmeta Demkî berdan

Gulan Media September 23, 2015 Nûçe
2 Wezîrên HDP dev ji Hikûmeta Demkî berdan
Wezîrên Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) ku di hikûmeta Demkî de cih digirtin, danzanîn ku ji bo ew pêşiya şer bigirin di Desteya Wezaretan de cih girtine û wiha gotin:Lê di asta ku em hatinê de em ji hikûmeta ku teşhîr bûye, rûpoşa wê ketiye, ji şer sûdê digire, goristanan bombebaran dike, mizgeft û malên cem xera dike û dişewitîne vedikişin.

Wezîrên HDP’ê ku di Desteya Wezîran de cih digirtin û dest ji kar kişandin li Navenda Giştî ya HDP’ê civînek çapemeniyê lidarxistin.

Elî Heyder Konca got: Di asta ku em hatine de ew ji hikûmeta demkî ya AKP’ê ku teşhîr bûye, rûpoşa wê ketiye, ji şer sûdê werdigire, êrîşî goran, mizgeft û malên cem dike vedikişin, wekî du wezîran piştî ku me bi partiya xwe re hevdîtin kir me biryara îstifayê da, gelê me di refên têkoşînê de ji hilbijartina nû re amedekariyan dike, di 7’ê Hezîranê de ku me nekir Serokdewlet emê di vê hilbijartinê de jî nekin Serokdewlet,emê di 1’ê Mijdarê de desthilatdariyê ji AKP’ê bigirin.

Xendan
Top