NATO li ser êrîşên dijî PKKê Tirkiye hişiyar dike
NATO li ser êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî PKKê Tirkiye hişiyar kir.
Sekreterê Giştî yê Rêxistina Peymanameya Atlantîk a Bakur (NATO) Jens Stoltenberg derbarê êrişên asamanî yên li dijî PKKê de hişyarî da Tirkiyeyê.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg bi rêya telefonê beşdarî bernameya televîzyona BBCê bû û got êrişên Tirkiyeyê yên asmanî metirsiyê li ser pêvajoya aştiyê çêdike.
Jens Stoltenberg wiha got: “Mafê hemû dewletan heye xwe bipareze. Mafê Tirkiyeyê jî heye xwe li hemberî êrişên terorî bipareze, Lê divê pivanên wê parastinê hebin û divê bêhewce pirsgirêk neyê mezinkirin. Bila êrişên terorîsta ji bo rêyên aştî û siyasî yên çareserkirina pirsgirekan re nebin asteng. ”
Stoltenberg diyar kir ku hêza NATOyê alîkariya Tirkiyeyê neke jî ew dikare xwe bipareze û got, ew bawer nake beşdariya Tirkiyeyê ya di hevpeymaniya navdewletê ya li dijî de feydeyekê mezin bide.
