Amerîka: Ti qedexeyek li ser hinardekirina petrola Kurdistanê tine ye
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê derbarê biryareke dadgeha Amerîka li ser berhema petrola Kurdistanê û giliyê Hikûmeta Bexdayê li ser Kurdistanê, daxuyaniyek belav kiriye, ku ti qedexeyek li ser hinardekirina petrola Kurdistanê bo Amerîka yan her cihekî din tune ye.
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê ragihand: “Biryara dadgeha Amerîka diyar dike ku di dawiyê de divê Wezareta Petrolê ya Iraqê hemû giliyên xwe yên bê bingeh li ser Herêma Kurdistanê bikşîne. Li gorî biryara wê dadgehê ti mana wê giliyê nemaye ji ber ku petrol hatiye firotin û gihîştiye cihê xwe.”
Wezaretê wiha domand: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê di wê baweriyê de ye ku pêwîst e ew dosye zû hatiba girtin, ji ber ku rewş her wek xwe ma û ti qedexeyek ji serî de li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê tine bû.”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gorî daxuyaniya Wezareta Çavkaniyên Xwezayî dê berdewam be li ser hinardekirina Haydrokarbon bo derve û ew jî li gorî Destûra Iraqê qanûnî ye.
basnews
