Colemêrg – Agir berdan avahiya HDPê
Şeva borî, li bajarokê Rûbarekê yê girêdayî navçeya Şemzînanê, komek kesên nenas agir berdan avahiya HDPê.
Li gorî agahiyan, di encama wê êrişê de ziyan gihîşt avahiya HDPê.
Li gundê Gite yê girêdayî navçeya Silopî ya Şirnexê jî, îro piştî veşartina cenazeyê muxtarê gund Osman Înan, komek kes êrişî avahiya HDPê kirin.
Osman Înan, ku di heman demê de cerdevan jî bû, duh li nav gund rastî êrişa çekdarî hatibû û di bûyerê de jiyana xwe ji dest dabû.
Rudaw
