Pêşmerge derbasî bajarekî din ê Rojhilatê Kurdistanê bûn!
Pêşmergeyên PDKê, piştî bajarê Şino, vê carê jî derbasî nav bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê û derdora bajarê Nexedê bûn û propagandeya çekdarî ji welatiyên wan deveran re kirin.
Li gorî malpera fermî ya PDKê, pêr şev hêzên wan derbasî nav bajarê Serdeştê û gundên derdora bajêr bûne û ji aliyê gel ve hatine pêşwazîkirin.
Di vîdyoyekê de ku ji aliyê PDKê ve hatiye belavkirin, tê dîtin ku pêşmergeyên wê partiya Rojhilatî li nav taxeke bajêr de, ala Kurdistanê hildane û ji gel re propaganda dikin.
Her wiha di wê vîdyoyê de tê dîtin ku Pêşmerge derbasî nav gundên Serdeştê bûne…
Di nûçeya malpera fermî ya PDKê de her wiha hatiye gotin ku komek pêşmergeyên PDKê pêr şev derbasî herêma Gergûliya Jêrîn a bajarê Nexedê bûne û propagandeya çekdarî kirine.
Rudaw
