Li Qamîşlo teqîneke din çêbû
Hat ragihandin, kêmek berî niha teqînek li navenda bajarê Qamişlo qewimî.
Li gor agahiyên Rûdawê şeva derbasbuy 21ê Îlonê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê teqînek çê bû.
Çavkaniyekî Rûdawê ragihand: "Teqîn li nêzîkî xaleke kontrolê ya hêzên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê li navenda bajarê Qamişlo yê girêdayî Kantona Cizîrê çêbûye."
Çavkaniyê Rûdawê herwiha got: "Piştî teqînê li cihê bûyerê dengê çekan tê bihîstin û teqe tê kirin."
Derbarê kuştî û birîndarên teqînê de hêj ti hûrgilî û agahî nehatiye zanîn.
