• Thursday, 19 February 2026
logo

‘Li Silêmaniyê ji aliyê hêzek artêşa Îranê bi alîkariya YNK hatime revandin

Gulan Media September 22, 2015 Nûçe
‘Li Silêmaniyê ji aliyê hêzek artêşa Îranê bi alîkariya YNK hatime revandin


Rojnamevanê ji Rojhilatê Kurdistanê Mewlûd Efend ku eve çend sale wendabû ragehand ku li bajarê Silêmaniyê ji hêzekê ser bi artêşa Îranê ew bêhiş kirine û revandine. Efend got bi alîkariya YNK’ê ev bûyer pêkhatiye û çend sale li Tahranê girtî maye.

Rojnamevanê xelkê Mihabada Rojhilatê Kurdistanê Mewlûd Efend 3 sal piştî revandina xwe peyda bû û gehişte gel malbata xwe. We biryare ku Efend di demek nêzîk de vergere Herêma Kurdistanê.

Efend bo BasNews axivî û got; ”Ji bo karûbarên Govara Kurd-Îsraîl çûme bajarê Silêmaniyê. Di nav bajêr de ez bêhiş kirim û bi rêya hêzek taybet ve ez birim bajarê Merîwanê, ji wir jî ez birim Sine û bi firokeyê veguhestim Tahranê. Ev çend sale jî li wir girtîbûm.”

Mewlûd Efend ragehand ku yên ew revandine hêzek ser bi artêşa Îranê ve bûye û YNK’ê jî alîkariya wan kesan daye. Efend sedema revandina xwe jî bi karkirina li Govana Kurd-Îsraîlê ve girê dide.

Efend da zanîn ku nû hatiye berdan û dixwaze vegere Herêma Kurdistanê û got; ”Dema vegeriyam li dijî berpirsên YNK’ê doz vedikim, jiber ku destê wan di vê bûyerê de heye.

Rojnamevan Mewlûd Efend roja 8’ê Hezîrana sala 2012’ê li Silêmanî hatibû revandin lê kesî ne dizanî ka ji aliyê kê/kî ve hatiye revandin.

Basnews
Top