• Thursday, 19 February 2026
logo

Ebûbekir Bexdadî ferman da DAIŞê: Ji Iraqê paşve vekişin

Gulan Media September 22, 2015 Nûçe
Ebûbekir Bexdadî ferman da DAIŞê: Ji Iraqê paşve vekişin
Serokê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî biryar da, rêxistina DAIŞê rayedarên xwe yên pilebilind ji Enbar a Iraqê paşve bikişîne û bibe nav axa Sûriyeyê.

Hat ragihandin, Hikûmeta Iraqê amadekariyên xwe bo şerê kontrolkirina parêzgeha Enbarê û derxistina wê ji dest çekdarên DAIŞê berfirehtir dike û di wê navberê de, DAIŞ serkirdeyên xwe yên pilebilind ji tirsa ve paşve dikişîne.

Li gor agahiyan, Serokê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî biryarek derxistiye ku li gor wê biryarê pêwîst e serkirdeyên pilebilind ên rêxistinê ji parêzgeha Enbar a Iraqê derkevin û xwe di nava axa Sûriyeyê ya di bin kontrola DAIŞê de biparêzin.

Efserê ji Polîsê Enbarê Setar Dilêmî di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand: “Li gor agahiyên îstixbaratî ku gihîştine destê me, bi Fermana Serokê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî, DAIŞê biryar daye ku serkirdeyên xwe yên diyar ji bajarê Rumadî ber bi nav axa Sûriyeyê paşve vekişîne.”

Setar Dilêmî amaje bi wê yekê kir, “ew biryara Ebûbekir Bexdadî bo parastina rayedarên pilebilindên DAIŞê ji bombebaranên balafiran bûye ku niha bi awayekê berfirehtir û xurttir tên encamdan.”

Dilêmî tekez jî kir: “Jibilî wê yekê DAIŞ ji tirsa wê êrişa mezin a çaverêkirî ya bi piştevaniya Amerîkayê bo girtina bajarê Rumadî nevenda parêzgeha Enbarê wan kesan paşve dikişîne.”

Wî efserê Artêşa Iraqê aşkere kir: “Ew serkirdeyên DAIŞê ku biryara vekişandina wan bo nav axa Sûriyeyê hatiye dan, rayedarên diyar ên DAIŞê ne û DAIŞ bo planên xwe pişta xwe bi wan girê dide.”

Setar Dilêmî herwiha got: “Piraniya wan serkirdeyên DAIŞê rûsî, amerîkî û almanî ne, ew jî jibilî serkirdeyê ereb ên wê rêxistinê.”

Rudaw
Top