DYA: Em YPG’ê weke terorîst nabînin
John Kirby li Washingtonê di kongreyekê rojnemevanî de bersiv da pirsên rojnemevanan. Li ser pirsa; ”Hkûmeta Tirkiyê YPG’ê weke rêxistinek terorê dibîne. Lê DYA jî piştgiya YPG’ê dike. Hûn çawa dikarin di vî warî de ligel Tirkiyê hevkariyê bikin?” got ku Amerîka YPG’ê weke terorîst nabîne.
Kirby diyar kir ku YPG li dijî DAIŞ’ê serkeftî bûye û got; ”Em YPG’ê weke rêxistinek terorîstî nanirxînin. Li Suriyê di tekoşîna li dijî DAIŞ’ê de ev yek îspat kirin. Emê ligel wan komên li dijî DAIŞ’ê jî hevkariyê bikin. Ev kom hemû ne Kurdin jî.”
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê DYA herwiha ragehand ku ew ligel Tirkiyê di nava danûstandinê de ne û tekoşîna vê welatî ya li dijî DAIŞ’ê jî baş dibînin.
Krby herwiha diyarkir ku ew ji kiryarên Rûsyayê yên li Suriyê jî biguman û nîgeranin.
Basnews
