Patiryark Mar Luis Sako: Mesîhî li Kurdistanê di aramiyê de dijîn
Serokê Dêrên Kildaniyên Katolîk ên Cîhanê Patriyark Mar Luis Sako daxuyand ku rêberên Partiya Demokrata Kurdistanê di hemû serdemên xwe de rêzek teybet dane Mesîhiyan û ew weka bira dîtine. Ji ber vê jî di sengerên şoreşê de xwîna Pêşmergeyên Kurd û Mesihiyan bihev re rijyaye.
Sekreterê polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî îro li Selahadîn pêşwaziya Serokê Dêrên Kildaniyên Katolîk ên Cîhanê Patriyark Mar Luis Sako û metranên Amerîka, Kanada, Îran û Hewlêrê kir.
Li gor daxuyaniya malpera fermî ya PDK’ê kdp.info di hevdîtinê de Mîranî behsa rewşa îro ya Iraqê, navçeyê û Kurdistanê kir. Derbarê pêkvejiyana Kurdan û gelên Hristiyan jî diyar kir ku ji kûrahiya dîrokê ve heta niha van gelan bihev re bi biratî û yekrêzî, di nava aştiyê de jiyane.
Mîranî got; ”Em we weke mêvan nabînin. Jiber ku em bi hevbeş hemwelatiyê vê herêmê ne. Serok Barzanî jî çi li Kurdistanê be, çi jî li Iraqê, giringiyê dide biratiyê û piştgirî dide Mesîhiyan bo sepandina mafên wan.”
Ji aliyê xwe ve Serokê Dêrên Kildaniyên Katolîk ên Cîhanê Patriyark Mar Luis Sako jî bi navê xwe û şanda xwe spasiya xwe ragehand û diyar kir ku Mesîhî li Herêma Kurdistanê pir bi asûdeyî û aramî dijîn. Patriyark Mar Luis Sako daxuyand ku ti ferq û cûdahî di navbera Kurd û Mesihiyan de nayê kirin û got ku Mesihiyên li Iraqê dijî ji cihê xwe direvin. Piraniya wan jî hatine Kurdistanê û li vir dimînin.
