• Thursday, 19 February 2026
logo

Rojnameyên Tirkiyê – Davudoglu: Divê hûn nehêlin ew vê carê ji bendê derbas bibin

Gulan Media September 21, 2015 Nûçe
Rojnameyên Tirkiyê – Davudoglu: Divê hûn nehêlin ew vê carê ji bendê derbas bibin
Rojeva îro (21ê Îlonê) ya rojnameyên Tirkiyê, meşa ku duhî li Stembolê li darket a albidest û banga daxwazên siyasî ye. Daxwaza “parlamanterên ji malê” wek îfadeya rojê li pêş e. Li aliyekî meş li aliyê din mirina penaberan mijara din e.


TURKIYE

- Yek dil yek deng.

- Piştî Enqara duh jî li Stembolê dilê Tirkiye lê da. Meşa ku ji alî 600 rêxirawên sivîl ve li dar ket, serokomar, serokwezîr û serokê meclîsê jî daxil bûn û lê axivîn.

- Di rojekê de 3 kemîn hatin rûxandin. Bi alîkariya agahiyên îstîxbarî li Colemêrgê û Sêrtê otomobîla bi 2 ton madeyên teqîner hate teqandin, 2 endamên PKKê perçe bûn.
- Dinya deriyên xwe li pêşiya penaberan girt, dîsa li nav deryayê xeniqîn.

HURRIYET

- Li hember terorê yekdengî.

- Rêvebirên dewletê banga "yekîtî û biratiyê" kirin. Erdogan xwest 550 parlamanterên xwemalî ji me werin meclîsê.
- Kilicdaroglu, di anketan de CHP berz dibe.
- Hêzên ku piraniya wan ji Tirkmanan pêk tên û li Kirşehirê perwerdeyê wergirtin ji rahênerên Amerîkî û Tirk ve, bi qasî 75 kesî derbasî nav Sûriyê bûn.
- Vê carê jî keştiya bar li bota penaberan qelibî, 6 jê zarûk 13 kes mirin.


MILLIYET

- Peyamên ji Yenîkapiyê.
- Erdogan, 550 parlamanter bidin me.
- Davudoglu, divê hûn zaf bixebitin, wan pişta xwe dan terorê me pişta xwe siparte we. Divê hûn nehêlin ew vê carê ji bendê derbas bikin.
- Çîpras dîsa.


VATAN

- Ricaya parlamanterên ji malê.
- Erdogan rica ji xelkê kir, ku vê carê ji bo kîjan partiyê jî deng bidin bila bidin lê divê parlamanterên ji me, ji malê me werin meclîsê.
- Davudoglu, li hember dengê "em li meclîsê PKKê naxwazin" got naxwe vê carê nehêlin ew werin meclîsê.
- Kanada di nav salekê de dê ji Sûrî 10 hezar penaber wergire lê bi şertê ku tenduristî û bakrawnda wan bê kêşe be.

HABER TURK

- Derya ala sor. Li hember terorê yek deng.
- Di şerê li dij terorê de 150 mîlyon TL serf bû.

YENÎ ŞAFAK

Ev al dê tucarî neyê xwarê.


STAR


- Dergehekî nû li ber birayetiyê.
- Erdogan, min 2005an got pirsgirêka kurd ne ya aliyekî ya vî milletî tevî ye, îro jî dibêjim li Tirkiye kêşeyeke etnîkî tune, pirsgirêka terorê heye.


CUMHURIYET

- Bahoz dê derbas bibe.
- Îstîxbarata şaş ya MÎTê li Roboskê bûbû sebebê 34 canî.
- Va ye ew belge. Agahiyan ku dê PKK ji herêmê derbas bibe ji alî teşkîlata îstîxbarî MÎTê ve hat belavkirin. Li gor wê îstîxbaratê dê Fehman Huseyn yê bi bernavkê Bahoz li herêmê çalakiyan pêk bianiya. Serdozgerî ji MÎTê nasnameya wî rêvebirî xwest ku agahiyên şaş dane dewletê û hin agahiyan jî veşartine.
- Rapirsiya Gezîcî, AKP hê jî di bin ji % 40î de ye.
- Polîs berê penaberan dide bi deryayê ve. Penaberên li otogara Stembolê dibêjin dema rojnamevan ne li wir in polîs ji wan re dibêje " herin bi botan ji avê derbab bibin êdî bot bi eweletir in" û berê wan didin nav deryayê.


TARAF

- Berpirsê vê tevdanî û bê aramiyê Erdogan û AKP ne.
- Li gor rapirsiya Gezîcî ku endamên wê ji alî polîs ve hatin binçavkirin, ji xelkê ji % 40 Erdogan weke berpirsê bê aramiyê dibînin.
- Li herêmê dê 5 hezar cerdevanên nû bên wergirtin.
- Skandala şîfreyên dewletê. Heta niha PKK ji deverên ku sînyal nikarin lê bên ragihandin, talîmatên xwe dane.


EVRENSEL

- Em naxwazin vegerin em dixwazin bijîn.
- Muhleta ku Serokwezîr Davudoglu ji bo vegera penaberan dabû ku ji Edirne vegerin Stembolê îro temam dibe. Penaber jî dixwazin derî li wan vekin ku herin ciyekî da karibin lê bi heqaniyet bijîn. Lê ji Stembolê nîvê şevê 150 penaberên din bi rêya bejê berê xwe dan Edîrne.
- Dewlet li Mûşê di nav du rojan de, gorristan û cemxane û camiyê bi bombeyan bi erdê re kir yek.

GUNDEM

- Kongreya şoreşê.
- PYD li Rojava,li welatê demokratîk yê gelan, ji bo Rojhilata Navîn ya demokratîk û yekîtiya netewî ya kurdan kongre li dar xist.Mele Bextiyar, Rojava garantiya kurdane. Kemal Kerkûkî, Rojava serkeftina Kurdistanê ye.

YURT

Mîtînga hilbijardinê bi rûmala terorê.
Erdogan û cîgirê wî Davudoglu di desthilatiya xwe ya 13 salan de, terora ku pê nekarîn protesto kirin.

Rudaw
Top