• Thursday, 19 February 2026
logo

Îbadî pesnê Pêşemerge dide

Gulan Media September 21, 2015 Nûçe
Îbadî pesnê Pêşemerge dide

Serokwezîrê Iraqê Heyder Îbadî ji ber serkeftina operasyonên navçeya Daqûqê, pesnê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dide.

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm û Serokwezîrê Iraqê Heyder Îbadî li Baxdayê hatine gelhev û pirsa veguhestina dethilata wezîran, bûtçeya Kerkûkê û alîkariya polîsên Kerkûkê gotûbêj kirin.

Li gor daxuyaniya Ragehandina Parêzgeha Kerkûkê di hevdîtinê de herdu aliyan jî tekez li ser wê yekê kirin ku bi taybet piştî hatina 119 hezar penaberan barek giran ketye ser Kerkûkê û divê ji bo vê jî alîkarî bigehe vî bajêrî.

Herwiha hate diyar kirin ku Parêzgarê Kerkûkê ji bo hêzên polîs ên Kerkûkê daxwaza alîkariya çek, amêr û otomobîlên nû kir.

Li gor daxuyaniyê Îbadî jî behsa giyana biratî û pêkvejiyana pêkhateyên Kerkûkê kiriye û karên rêvebiriya Kerkûkê bilind nirxandiye. Herwiha behsa serkeftina vê dawiyê ya Hêzên Pêşmerge li beramber DAIŞ’ê daye û jiber rizgarkirina gundên Daqûqê pesnê Pêşmerge daye.

Basnews
Top