YEê bi tundî rexne li Tirkiyeyê dike
Komîsyona YE, derbarê azadiya ragehandinê de Tirkiye rexne kir
Komîsyona Yekitiya Ewropayê ji ber helwesta li hember medyayê û rojnamevan, bi zimanek tund rexne li Tirkiyê girt û diyar kir ku lêpirsîna li dijî rojnamevanan cihê nîgeraniyê ye.
Komisyona Yekitiya Ewropayê, derbarê operasyonên li dijî medya û ragehandinê ya li Tirkiyê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Komîsyonê lêpirsîna li dijî Ajansa Dogan jî weke xeleka dawî ya binpêkirina azadiya ragehandinê binav kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku beriya niha jî gelek caran Tirkiye di van mijaran de hatiye rexnekirin û divê serdestiya hiqûqî, mafê azadiya bîr û raman û herwiha ragehandina azad bê parastin.
