• Thursday, 19 February 2026
logo

Tirkiyeyê hêj Amerîka û Ewropa razî nekirine

Gulan Media September 20, 2015 Nûçe
Tirkiyeyê hêj Amerîka û Ewropa razî nekirine
Piştî ku bi deh hezaran penaberên Sûriyê ji ber şer û pevçûnan xwe li sînorên Ewropayê dan, avakirina herêmeke ewlekariyê li nava axa Sûriyê û Rojava careke din kete rojevê.

Rayedarên Tirkiyeyê di hemû platformên navneteweyî de daxwaza avakirina herêmeke ewlekariyê li nava axa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê vedibêjin. Lê Amerîka û Ewropa heta niha jî li dijî avakirina herêmeke ewlekariyê ne.

Parlamenterê AK Partiyê yê Rihayê Mazhar Baglî derbarê vê yekê de ji Rûdawê re wiha got:

“Em dixwazin herêmeke bi ewle ya beynelminel ava bibe. AK Partî ti caran li dijî berjewendiyên kurdan tevnagere. Tirkiye jî li dijî berjewendiyên kurdan tevnagere.”

Li Rojava Kurdistanê PYD û TEV-DEM jî li dijî avakirina herêmeke bi ewle ne. Lê ENKS dixwaze herêmeke ewle ya navneteweyî bê avakirin û pêşmerge jî weke hêzeke kurdan a fermî di vê herêmê de parêzvaniya kurdan bike.

Rêveberê ENKSê li Rihayê Ebu Azad jî wiha got: “Em dixwazin herêmeke ewle ya navneteweyî hebe û pêşmerge jî hêzeke beşek ji artêşa neteweyî ya Sûriyê bin. Lê ev pêşmerge dê tenê herêmên kurdî biparêzin.”

Amerîka jî welatên weke Brîtanya, Fransa û Almanya jî heta niha bi neyînî li dijî daxwaza avakirina herêmeke ewlekariyê derketin. Lê ger koçberiya bi sedan hezar penaberan ber bi Ewropayê ve berdewam bike, wê çaxê Ewropa dikare helwesta xwe biguherîne jî.

Rudaw
Top