• Thursday, 19 February 2026
logo

Tirkiyeyê 53 koçberên Iraqê dersînor kirin

Gulan Media September 20, 2015 Nûçe
Tirkiyeyê 53 koçberên Iraqê dersînor kirin
Li ser sînorê navbera Tirkiyeyê û Sûriyeyê 53 koçberên neyasayî yên Iraqê ji aliyê hêzên sînorparêz ên Tirkiyeyê hatin girtin.

Li gor zanyariyan, hêzên sînorparêzn ên Tirkiyeyê li ser sînorê Tirkiye û Sûriyeyê nêzîkî gundê Guvçeçî ya girêdayî Yaylax hejmarek koçberên neyasayî yên Iraqê girtin.

Hat ragihandin, di nava girtiyan de zarok û jin jî hene.

Li gor zanyariyan, Tirkiyeyê ew hemû 53 koçber piştî rêkarên yasayî dersînor kirin û vegerandin Iraqê.
Top