• Thursday, 19 February 2026
logo

Kongreya PYDê dest pê kir

Gulan Media September 20, 2015 Nûçe
Kongreya PYDê dest pê kir
Şeşemîn kongreya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi amadebûna nûnerên partiyên mezin ên Kurdistanê dest pê kir.

Îro şeşemîn kongreya PYDê li bajarokê Rimêlanê yê girêdayî bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê bi amadebûna 300 delegeyî ji hersê kantonên Rojava û 300 mêvanî saet 09:20 dest pê kir.

Li gorî agahiyên Rûdawê, nûnerên partiyên Başûr û Bakurê Kurdistanê jî beşdarî kongreya PYDê dibin û di nav wan de nûnerên sê partiyên mezin ên Kurdistanê (PDK, YNK û HDP) hene.

Şanda PDKê bi serokatiya endamê Polîtburoya wê partiyê Kemal Kerkûkî û şanda YNKê bi serokatiya Sekreterê Polîtburoya wê partiyê Mela Bextiyar duh derbasî Rojavayê Kurdistanê bibû.

Li gorî agahiyên Rûdawê, fermandarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û berpirsên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di kongireyê de beşdar dibin.

Li gorî malpera fermî ya PYDê, nûnerên partiyên Rojhilatî, Tevgera Gorran û hin partiyên din ên Başûrê Kurdistanê jî tevlî kongreyê bûne. Herwiha li gorî agahiyên Rûdawê hin kesayetî û mezinên Rojavayê Kurdistanê di komgreyê de amade ne.

Beriya niha Şêwirmendê Hevserokatiya PYDê Sîhanok Dîbo gotibû, di şeşemîn kongreya PYDê de 300 delege û derdora 100 mêvanên Kurdistanî û biyanî beşdar bibin.

Rudaw
Top