Muslim: Derfet nîne Pêşmerge vegerin Rojava
Hevserokê PYD Salih Muslim di hevdîtinekede ligel rojnameya Yeni Ozgur Politika daxuyandiye ku hejmara Pêşmergeyên Rojava ne 5 hezar e û tenê hezar 200 kesin, Tirkiye dixwaze wan bişîne Rojava û lewma ew qebûl wab Pêşmergeyan qebûl nakin.
Salih Muslim diyar dike du hêzên çekdar dibin sedema nakokiyan, şer û xerabiyan û dibêje: ”Ew artêşa behsê dikin jî hin ciwan in. Hinek ji wan ji mêj ve li wir in, hinek ji wan ji leşkeriyê bazdane. Ew birine, perwerde kirine, pere didin wan. Hinek ji wan şehîd jî ketin. Ew ne ser bi Rojava ne. PDK’ê ew saz kirine. Bi Pêşmergeyan ve girêdayî ne. Niha li Başûr şer dikin. Bi her awayî bi wir ve girêdayî ne.”
Muslim dibêje ku YPG’ê li dijî Nusra û DAÎŞ’ê şer kir lê ev Pêşmerge ne amadebûn û wiha berdewam dike; ”Eger bên wê fermanê ji kê bistînin. YPG bi şorbenîskê û fasulyeyê şer dike. Hûnê vê jiyanê qebûl bikin? Eger YPG bêje maaşê bidin me jî wê çawa bibe? YPG bi bawerî û îdeolojiyê şer dike, ne bi maaş û bi dolaran e. Mehê 400 dolar didin wan. Derfet nîne ew bên Rojava.”
Hevserokê PYD’ê îdîa dike ku Tirkiye dixwaze Pêşmergeyan derbasî Rojava bike û Tirk jî xêra Kurdan naxwazin û wiha pêde diçe; ”Çima Tirk rêveberî dikin. Pêşmerge gava hatin Kobanê peymanek di navbera wan û YPG ê de çêbû. Hatin wiha dibe, ne bi awayekî din. Wê demê wê şer bibe. Bila bi YPG ê re rûnin û bigihin encamekê. Nexwe tu doza şer dikî, ev gel te qebûl nake. Hejmar jî ne ewqas e, 1200 felan e. Di nav pêşmergeyan bi xwe de ne.”
Muslim dide zanîn ku dema DAIŞ’ê êrîşê Kobanê kir plana wan di 5 rojan de xistina Kobanê bû û wiha dibêje; ”Kobanê li ber xwe da, şer dirêj bû. Hêzên koalisyonê ji ezmanî ve lêxistin, Pêşmergeyan jî çek anîn. Serketina dîrokî ya Kurdan pêkhat.”
Li ser pirsa ”Niha têkiliya we ya bi Başûr re çawa ye?” jî Muslim wiha dibêje; ”Em hêvî dikin baş bibe… Dijminî ango dijberîyeke wisa tund jî nîne. Hin alîkarî, çûn û hatin jî hene. Lê divê tu ji bo her tiştî destûra wan bigirî. Gelekan di derî de bernadin, vedigerînin, hinekan berdidin. Me dixwest têkiliyên baştir çêbe. Derd û daxwaza wan li ser me ferzkirina partiyên tabela ne ku navên wan hene û bi xwe nînin. Li welat ji xwe kes ji wan nemaye. Li Tirkiye, Hewlêr û cihên din in. Beşdarê xweseriya me nabin. Kongreya xwe li Rojava çêdikin, asayîş wan diparêze, lê vedigerin, dibêjin; em we nas nakin. Divê bêhna mirov pir fireh be ku mirov tehemûla wan bike.”
Basnews
