• Thursday, 19 February 2026
logo

Eniya Tirkman: DAIŞê di berjewendiyên kurdan de ye!

Gulan Media September 20, 2015 Nûçe
Eniya Tirkman: DAIŞê di berjewendiyên kurdan de ye!
Serokê Eniya Tirkman li Iraqê Erşed Salihî îdia kir ku, DAIŞê di berjewendiyên kurdan de ye û got divê kurd mafê tirkmanan vegerînin.

Serokê Eniya Tirkmanan Erşed Salihî duh daxuyaniyek da çapemeniyê. Salihî di daxuyaniyê de wiha got:

“Kurd dibêjin piştî DAIŞê rêkeftinên siyasî yên li Kerkûkê hatine guhertin. Tiştên ku kurd dibêjin nerast in. Çimkî piştî derketina holê ya DAIŞê hemû aliyan zerar kir. Lê heger kurd dibêjin, piştî DAIŞê rêkeftinên siyasî yên li Kerkûkê hatine guhertin, diyar e wan ji wê yekê sûd wergirtine.”

Herwiha Salihî amaje kir, ji bo ku kurd li Kerkûkê mafên tirkmanan vergerînin bila însîyatifê bistînin.

Beriya niha jî Erşed Salihê derbarê pêşmergeyên li Kerkûkê de wiha gotibû: “Pêşmerge li gorî makezagona Iraqê parçeyek ji pergola berevaniya Iraqê ye. Lê dema ku bidawî li rêxistina teror DAIŞê hat, bila pêşmerge dîsa vegere bakurê Iraqê.”

Rudaw
Top