Wezîrê derve yê Almanyayê gehêşte Tirkiyeyê
Wezîrê Derve yê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier ji bo serdaneke yek rojî duh gihişte Tirkiyê.
Di bernameya Steinmeier de hevdîtinek ligel serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Davutoglû heye.
Steinmeier dixwaze ligel hikûmeta tirk li ser qirîza koçberan û çawaniya çareserkirina vê qirîzê biaxive, herwiha li ser rêyên bidawî anîna şerê li Sûriyê bişêwirê.
Steinmeier beriya ku bigihîje Tirkiyeyê, diyar kiribû ku Tirkiye ji bo çareserkirina krîza koçberan û herwiha ji bo bidawî hatina krîza Sûriyê bi giştî jî “welatekî kilîd“ e.
Piştî gihiştina Enqerê, Steinmeier diyar kir ku Almanya amade ye ji bo hewandina koçberan hîn bêtir alîkariya Tirkiyê bike.
Tê çaverêkirin ku Steinmeier li ser pevçûnên vê dawiyê di navbera Tirkiyê û PKKê de jî bi rayedarên tirk re biaxive.
Almanya bawer dike ku pevçûnên di navbera Tirkiyê û PKKê de, Şerê li dijî DIŞIê lawaz dike.
