Efserên Tirk bersiva Erdogan dan: Tenê destûra 8 operasyonan hat dayîn
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, çend roj berê ji televîzyona TRT1ê re gotibû, di pêvajoya çareseriyê de me ferman dabû waliyan ku operasyon neyên kirin.
Li hember vê yekê, çend rayedarên artêşê, ku nexwestine navê wan were eşkerekirin, ji rojnameya Hurriyetê re gotine, fermandeyên artêşê par daxwaza 290 operasyonên leşkerî li herêmên Şirnex, Colemêrg û Dêrsimê yên Bakurê Kurdistanê kiribûn lê waliyên wan herêman tenê destûra 8 operasyonan dabûn.
Li gorî agahiyên wan rayedaran, artêşê li Şirnexê daxwaza 110 operasyonan kiribû, li Colemêrgê daxwaza 100 operasyonî û li Dêrsimî jî daxwaza 80 operasyonî kiribû lê tenê destûra 3 opeasyonan li Şirnexê, 3 operasyon li Colemêrgê û 2 operasyon jî li Dêrsimê hatibû dayîn.
Di van demên dawiyê de, li Tirkiyê hinek alî artêşê bi wê yekê tohmetbar dikin ku tedbîrên pêwîst li dijî PKKê negirtine.
Erdogan beriya niha jî gotibû, PKKê di heyama pêvajoya çareseriyê de çek û cebilxane ji xwe re da hev.
Fermandeyekî berê yê artêşa Tirkiyê bi navê Alî Er jî li ser wan gotinên Erdogan got, Erdogan bi gotina wê yekê li xwe mukir hat ku di heyama pêvajoya çareseriyê de jêrxana şerê niha yê li nav bajaran de hatiye avakirin.
Rudaw
