Bakûrê li hember çûyîna hêzên pêşmerge bo Rojava kêfxweşin
Akademîsyenên Bakurê Kurdistanê senaryoya çûyîna pêşmergeyan bo Rojavayê Kurdistanê girîng dibînin.
Li gorî akademîsyenan eger PDK û PYD li ser çûna pêşmergeyan li hev bikin, wê kurd li Rojava statûya xwe xurt bikin. Her wiha wê statûya PYD û YPGê jî di qada navneteweyî de mîsoger bibe.
Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî û Serokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Hewlerê beriya çend rojan civiyan. Piştî civînê careke din mijarên çûyîna Hêzên Pêşmerge bo Rojavaye Kurdistanê û hevkariya PDK û PYD hatin rojevê.
Li gorî hin akademîsyenên Bakurê Kurdistanê hevdîtin ji bo lihevhatina kurdan û statûya Rojavayê Kurdistanê pêngaveke girîng e.
