• Thursday, 19 February 2026
logo

Aşûrî li dijî biryara rêveberiya PYDê derketin

Gulan Media September 18, 2015 Nûçe
Aşûrî li dijî biryara rêveberiya PYDê derketin
Aşûrî li Rojavayê Kurdistanê li dijî biryareke nû ya rêveberiya ser bi PYDê ve ya li Kantona Cizîrê derketin.

Yasaya destdanîna ser mal û mulkên koçberên Rojavayê Kurdistanê ya ku Kantona Cizîrê ya ser bi PYDê ve derxistiye, rastî karvedanên tund hat.

Rewangeha Aşûrî ya Mafên Mirovan, di daxuyaniyekê de ew biryar ne rewa dît û ew yek weke şaşî û kêmasiyek ji zincîreyên binpêkirinên hêzên ser bi PYDê ve wesif kir.

Li gorî daxuyaniya Rewangeha Aşûrî ya Mafên Mirovan ev yasa ne rewa ye û ji aliyekî ve hatiye derxistin ku ne xwediyê desthilata yasayî û rewa ye.

Di daxuyaniyê de herwiha hat gotin, biryara destdanîn bi ser mulk û malên koçberan de biryareke siyasî ye û ji aliyê desthilata Defakto li Rojavayê Kurdistanê derketiye.

Di beşeke din a daxuyaniyê de, Rewangeha Aşûrî ya Mafên Mirovan bang li Neteweyên Yekbûyî, Encûmena Asayişa Navdewletî û saziyên navdewletî kir ku pêşî li cîbicîkirina wê yasayê bigrin û li gor gotina wan “li dijî wê yasaya nerewa derkevin.”

Roja 12ê Îlonê Encûmena Yasadanînê ya ser bi Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê li navenda wê rêveberiyê li bajarê Amûdê civîna xwe ya asayî lidar xistibû û têde yasayeke nû bi navê ‘rêvebirina mal û mulkên koçberan yên ku ji rojavayê kurdistanê derketine’, gotûbêj kiribû.

Li gor agahiyên Rûdawê, di wê civînê de, pejirandina wê yasaya nû ji bo civîna dahatî hatibû paşxistin, lê hatibû zanîn ku her 16 bendên wê yasayê di civîna 12ê Îlonê de hatin gotûbêjkirin.

Rudaw
Top