ENKS bi nûnerên Amerîkayê re civiya
Endamê Ofîsa Pêwendiyên Derve yê ENKSê Feysel Yûsif ji Rûdawê re da zanîn ku roja 14ê Îlonê, şandeke ofîsa wan li gel balyozê Amerîka ji bo Sûriyê û şandeke pêre civiya.
Yûsif eşkere kir ku wan nêrîna ENKSê derbarê rewşa Sûriyê de ji şanda amerîkî re şîrove kir û diyar kir ku berpirsên amerîkî ji wan re gotiye her tiştê ku kurd bi sûriyan re li ser li hev bikin, ew jê re nabin rêgir.
Bi gotina Yûsif, amerîkiyan ji wan re diyar kiriye, eger aliyên Sûriye li ser federaliyê li hev bikin, Amerîka nabe rêgir li pêş wê yekê.
Endamê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya ENKSê herwiha eşkere kir ku şanda wan ji bilî amerîkiyan bi hinek berpirsên almanî û birîtanî û herwiha jî hevpeymaniya dijbereyeyê re jî civiya ye.
Rudaw
