Abdullah Gul: Heger kurd ji Tirkiyeyê dûr bikevin…
11emîn Serokomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul beşdarî bernameya NTVyê bû pirsên rojnamevan Murat Yetkin, Alî Bayramoglu û Ayşe Bohurler bersivand.
Abdullah Gul wiha got: “Di dema ku têkoşîn li hemberî terorê tê kirin de eger kurd were rencîdekirin û ayîdbûna wan a bi dewletê ve were lawaz kirin ew yek dê ji bo Tirkiyeyê bibe xeter. Divê gel ji Tirkiye neyê dûrxistin. Hemû kes hemwelatiyên Tirkiyeyê yên wekhev in.”
“Şaş e kurd di bin yek partiyê de kom bibin”
Gul anî ziman, li gorî wî îro şaş û ne baş e kurd di bin yek partiyê de kom dibin û wiha domand: “Ma rêxistina teror ferq nake çi dike, çawa tê bikar anîn û ji aliyê kê ve tê motîve kirin? Derbarê van de gelekî pirsê werin kirin.”
Serokomarê berê yê Tirkiyeyê ameje kir ku malbatên kurd û tirk ji şer û pevçûnan zerare dibînin û wiha pê de çû: “Hinek caran hin kiryar û gotinên şaş bêhemdê mirov dibin sedema hinek rûdanên din. Ez di dema hikûmetê de bûm û serokomar jî min digot çi ji bo bihêzkirina girêdana bi dewletê ve pêwîst be divê were bicihkirin.”
Rudaw
