• Thursday, 19 February 2026
logo

Pêşmergeyên Rojhilatî derbasî nav bajarê Şino bûn!

Gulan Media September 17, 2015 Nûçe
Pêşmergeyên Rojhilatî derbasî nav bajarê Şino bûn!
Hêzên Pêşmerge yên Rojhilatê Kurdistanê derbasî nav bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê bûn û propagandeya çekdarî kirin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya Rojhilatê Kurdistanê ragihand, şeva borî komek pêşmergeyên wan, bi helkefta bibîranîna 23emîn salvegera şehîdkirina sekreterê wê partiyê Dr. Sadiq Şerefkendî, derbasî nav bajarê Şino bûne û ji gel re propagande kirine.

Li gorî malpera fermî ya PDKê, pêşmergeyên Rojhilat derbasî taxên Taçînawê û Seydabadê yên bajêr bûne û ji aliyê komek welatî ve bi germî hatine pêşwazîkirin.

Li gorî malperê, pêşmerge çûne nav mizgeftê û bi rêya bilindgoya mizgeftê, sirûda Ey Reqîb û hinek sirûdên din pexş kirine.

Di nûçeyê de hatiye gotin ku hinek “caş”ên dewletê xwestine êrişî wan bikin lê rastî bersiva pêşmergeyan hatine.

Bajarê Şino girêdayî eyaleta Ormiyê ye û dikeve beramberî bajarokê Sîdekan ê Başûrê Kurdistanê.

Sekreterê PDKê Dr. Sadiq Şerefkendî û çend hevalên xwe, roja 17ê Îlona 1992ê li xwaringeha Mîkons a bajarê Berlînê yê Almanya ji aliyê rêjîma îslamî ya Îranê ve hatin şehîdkirin.

Rudaw
Top