Amerîka piştgiriya Barzanî dike
Balyozxaneya Amerîka li Iraqê di daxuyaniyekê de, behsa serdana şandeke Wezareta Derve û ya Bergiriyê yên Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê û civîna wê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dike.
Di wê daxuyaniyê de ragihand: “Serok Barzanî û şanda Amerîka gotûbêjeke bi berhem encam dan, ew jî derbarê astengiyên ku rastî Iraqê tên, herwiha rola Hêzên Pêşmerge bilind hat nirxandin.”
Duhî serokê Herêma Kurdistanê û serokwezîrê Kurdistanê pêşwazî li şandeke pilebilind a Amerîkayê kirin.
Balyozxaneya Amerîka li Iraqê wiha got: “Balyoz Stêward Conz piştgirî li Serok Barzanî kir û spasiya wî kir li ser vekirina Navenda Hevpaymanî û Hevahengiyê li Hewlêrê, herwiha pesnê serkirdatiya Barzanî di şerê li dijî DAIŞê de kir.”
Herwiha şanda Amerîka ligel Alîkarê Serokwezîrê Kurdistanê Qubad Talebanî û Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî Aştî Hewramî jî civiya bû.
Balyozxaneya Amerîka ragihand: “Amerîka soz daye ku alîkariyên teknîkî bide wezaretên aborî yên Hikûmeta Kurdistamê.”
Rudaw
