• Thursday, 19 February 2026
logo

Daxuyaniyek ji Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê

Gulan Media September 17, 2015 Nûçe
Daxuyaniyek ji Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê
Birêz Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê li daxuyaniyek da ragihand: Birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê doh sêşem (15/09/2015) li Selaheddîn pêşwaziya birêz Saleh Muslim Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de bi amadebûna şandekî Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka, di derbarê pêşhatan guftûgo hate kirin, û hemahengî û karê hevbeşê her dû aliyan bi taybet li proseya bereyên bergirî û şerê dijî rêxistina terorîstî ya Da'îş hate nirxandin.

Fuad Husên
Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê
16/09/2015
Top