• Thursday, 19 February 2026
logo

Amerîka dixwaze herêma Kurdistanê giraniya xwe bide ser şerê dijî DAÎşê

Gulan Media September 16, 2015 Nûçe
Amerîka dixwaze herêma Kurdistanê giraniya xwe bide ser şerê dijî DAÎşê
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdidtsnê, roja sêşemiyê 15.09.2015ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Stîwar Conz sefîrê Amerîkayê li Îraqê û Bert Makgork alîkarê cîgirê wezîrê derveyê Amerîkayê û şandeya bi wan re ku ji hijmareke diplomatkaran û fermandarên leşkerî pêkhatibû kir.

Di civînekê de pêşhatên dawiyê yên rewşa Îraqê û herêma Kurdistanê, bi taybetî rewşa emnî û şerê dijî terorîstên DAÎŞê û serkeftinên pêşmergeyê Kurdistanê li bereyên cenga dijî terorîstan û ew şikestinên terorîstan xwarine, hatin gotûbêjkirin û di vî warî de şandeya mêvan tekîd li ser wê yekê kir ku Amerîka dê li ser pêşkeşkirina hevkarî û alîkariyan bo pêşmergeyê Kurdistanê berdewam be û got jî ku hevahengiya navbera Îraq, herêma Kurdistan û Amerîkayê gelek giringe.

Li dir pirsa serokatiya herêma Kurdistanê jî, şandeya Amerîkayê piştgiriya xwe ji bo berdewamiya danûstandinên navbera aliyên siyasiyên herêma Kurdistanê diyar kir û tekîd kir ku baştire herêma Kurdidtanê di vê qonaxê de giraniya xwe bide ser şerê dijî terorîstên DAÎŞ û hêvî xwestin di demek nêzîk de aliyên siyasiyên herêma Kurdistanê li ser vê pirsê li hev bikin.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya sefîrê Amerîka li Îraqê û arteşa Amerîkayê kir ku heta niha gelek bi başî hevkarî û alîkariya hêzên pêşmergeyên Kurdistanê kiriye, lê ji bona azadkirina wan deverên di bin destê DAÎŞê de mane, pêwîste Amerîka û hevpeymanan zêdetir alîkariya pêşmerge û arteşa Îraqê bikin.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê got ku li ser pirsa seroaktiya herêma Kurdistanê danûstandin di navbera aliyên siyasiyên herêma Kurdistanê de berdewamin û hemû alî bi cidî kar dikin ku bi hev re bigihin lihevhatinekê ku di berjewendiya xelkê Kurdistanê û aramiya herêmê de be, bi tyabetî di vê qonaxê de ku hêza pêşmerge û serokê herêma Kurdistanê ewlewîyat bi şerê dijî terorîstan didin.

Têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û berdewamiya danûstandinan ji bona çareserkirina pirsên hilawîstiyên navbera her du aliyan de, rewşa Rojhilata Navîn û dewletên cîran hin mijarên din yên civînê bûn.

Top