Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê nê yê Awustralya li Iraqê kir
Li hevdîtinê de Balyozê nû yê Awustralya li Iraqê xweşhaliya xwe ji bo hevdîtina li gel Serok Barzanî û hatina xwe ya Kurdistanê nîşan da û ji bilî balkişandina li ser rewşa siyasî û emnî û aboriya Iraqê, wê yekê jî xisterû ku Herêma Kurdistanê ji ber sedema şerê Daîş û hatina sedanhezar koçber û rewşa aborî rûbirûyê tehediyatên mezin bûye û behsa rola qehremananeya Pêşmerge ya li şerê terorîstan kir. Balyozê nû yê Awustralya li Iraqê balkişand li ser wê yekê ku Da'îş hereşeyeke ji bo hemû aliyek û welatê wan li weşandina gurza serbazî li çarçêweya hevpeymaniya navdewletî de berdewam dibe û daxwaz jî kir ji bo şikestdana Da'îş pêwîste bê bawerî li nav pêkhatan de nemîne û aştiya nîştîmanî li Iraqê da berqerar bibê. Her wiha spasî xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku wê hejmara zêdeya koçberan himbêz kiriye û sersamiya xwe jî bi tevger û zîndiyetî û pêşketina Herêma Kurdistanê ragihand û berdewamiya aramiya Kurdistanê jî bi girîng zanî.
Li beranber da Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji bo Balyozê nû yê Awustralya li Iraqê li erk û karên wî da xwest û spasî gel û Hikûmeta Awustralya kir ku yarmetîder û piştevanê gelê Kurdistan bûne û li axaftina xwe de balkişand li ser dirindeyiya Da'îş ya li dijî xelk û pêkhatan û tekez li wê yekê kir ku ji bo rûbirûbûna wê hereşeya cîhanî pêwîste hemû dewlet bi hemahengiyekî tevahî şerê serbazî û fikrî û aboriya terorîstan bikin û ji bo wê yekê hereşeyekî heman awayê Da'îş dîsa serî hilnede, divê çareseriya sedemên derketina tundrewî û terorê bê kirin.
Serok Barzanî di derbarê serketinên Pêşmerge de wê yekê behs kir ku Pêşmerge bi qehremaniya xwe efsaneya Da'îşê şikand û ji bo parastina Mesîhî û Turkman û Êzîdiyan xwîneke zêde bexşî.
Li beşekî dinê civînê de peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Awustralya û rêyên berfirehtir kirina wan peywendiyan guftûgo kirin.
