Kirîza serokatiya - Wan partiyan du rê û merc danîne pêşiya PDKê
Kirîza serokatiyê li Başûrê Kurdistanê û hevdîtinên partî û aliyên siyasî li ser wê mijarê didomin.
YNK, Gorran, Komel û Yekgirtûya Îslamî, ku alîgirên wê ne Serok ji aliyê parlamentoyê ve were hilbijartin, duh û pêr li bajarê Silêmaniyê civiyan.
Piştî civînê, li ser navê wan partiyên siyasî, endamê Polîtburoya Komela Îslamî Mihemed Hekîm di civîneke rojnamevaniyê de behsa naveroka wan civînan kir û got, di civînê de me du bijare û rê daniye pêşiya aliyê din û em hêvîdar in ew jî nermiyê nîşan bidin û lihevkirin pêk were.
Her çiqas Mihemed Hekîm behsa wan du bijareyan nekir lê me karî ji endamekî civînê naveroka wan bijareyan bizane. Li gorî wan agahiyan, bijareya yekemîn ev e ku Serok ji aliyê gel ve were hilbijartin lê bi mercekî ku desthilatên wê bên kêmkirin. Bijareya din jî ew e ku Serok ji aliyê parlamentoyê ve were hilbijartin û desthilatên wê jî neyên kêmkirin.
Partî û aliyên siyasî yên şirîkên hikûmetê dê sibê (17) ji bo cara heştemîn li ser kirîza serokatiyê bicivin.
Rudaw
