Serok Barzanî pêşwaziya şandekî hevbeşa bilinda Wezareta Derve û Artêşa Amerîkayê kir
Li hevdîtinê de rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstên Da'îş li Sûriye û Iraq û amadekariyên proseya azadkirina Musil û çawayiya şikestpêanîna terorîstan û karê hevbeşa di navbera hêzên hevpeymanan û Pêşmerge û hêzên Iraqiyan guftûgo kirin. Her wiha asta bilinda hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Amerîkayê bilind hate nirxandin ku bûye sedema serketina operasyonên hevbeş ku bi tu awayekî jî ziyanê bi armancên medeniyan negihîştiye.
Li vê hevdîtinê de şanda hevbeşa Wezareta Derve û Artêşa Amerîka palpiştiya xwe ya tevahî ji bo Herêma Kurdistanê û yarmetîdan û hevkarîkirina hêzên Pêşmerge dûpat kir.
Her li vê kombûnê da rewşa siyasiya navçeyê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda û paşaroja Sûriye xistin ber behs û guftûgoyan.
