HPG: Li Şirnexê 33 polîs hatin kuştin
Gerîlayên PKK li herêma Şirnexê êrişî qereqola polîsan a li ser rêya Qilêbanê kirin û di encama êrişê de 33 polîsên Tirk hatine kuştin û 5 gerîla jî şehîd bûne.
Navenda ragihandina HPG bi daxuyaniyeke nivîskî belav kiriye ku, roja13’êÎlonê 2015 di saet 05.40’an danê siharê de li hember qereqola polîsan a di navbera Qilaban û ketina Şirnexê de ye, çalakiyeke berfireh pêk hatiye.
HPG`ê diyar kiriye ku di encama çalakiya sabotajê de avahiya qereqolê û 2 wesayîtên zirxî bi temamî îmha bûne. Di vê qereqolê de 31 polîs hatine kuştinê. Her weha jî helîkoptereke Skorsky a li qada pevçûnê hatiye derbkirin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye: Tîmeke gerîla 6 helîkopterên Kobra û gelek ên Skorsky yên li baxçeyê Tumena Şirnexê kirine hedef. Li vir du Kobrayan derbeyên giran xwarine û ketine rewşeke ku nikaribin rabin. Gerîlayan 2 endamên hêzên taybet ên ji wesayîta zirxî daketine kuştine.
Navenda HPG ragihand ku di wê çalakiyê de 5 gerîlayên wan şehîd ketine.
Xendan
