• Thursday, 19 February 2026
logo

HESEKE -2 teqîn: 13 kes şehîd bûn

Gulan Media September 15, 2015 Nûçe
HESEKE -2 teqîn: 13 kes şehîd bûn
Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, di encama 2 teqînan de zêdetirî 13 kesan şehîd bûn û bi dehan kes jî birîndar hene.

Duh 14ê Îlonê li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê di demjimêr 1:30ê nîvro de teqînek nêzîkî rêbendeke hêzên Asayişa çêbû.

Li gorî agahiyan, teqîna yekem demjimêr 13:30 li devera Ximşanê li bakurê bajêr çêbû. Hat gotin ku bûyer bi teqîna otomobîleke bombekirî qewimiye.

Teqîna duyemîn jî 20 xulekan dû teqîna yekemîn li taxa Neşwa Xerbî çêbû.

Asayişa Hesekê dibêje ku di teqîna Hesekê de bêtirî 13 kesan jiyana xwe jidest dan û bi dehan kesên din jî birîndar bûn.

Asayişa Rojavayê Kurdistanê ragihand ku di wê teqînê de bêtirî 10 welatiyên sivîl ligel 3 endamên asayişê jiyana xwe jidest dan û bi dehan welatiyên din jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya Asayişa Rojavayê Kurdistanê de herwiha hatiye ku ji bilî ziyanên canî jî, ziyanên madî çêbûn û malên derdora teqînê hatin wêrankirin.

Asayişa Rojava herwiha got ku ewên di demeke nêzîk de derbarê vê teqînê konferanseke rojnamevanî lidar bixe.
Top