Heyeta PDKê li gel wezîrê derve yê Tirkiyeyê civiya
Duh heyeta PDKê li gel wezîrê derve yê Tirkiyeyê civiya.
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Tirkiyeyê de duh heyeta partiya demokrata Kurdistanê bi Serokatiya Sekreterê mekteb siyasiya PDKê Fazil Mîranî serdana wezareta derve ya Tirkiyeyê kir û li gel wezîrê derve yê Tirkiyeyê Feredûn Sinirlîoglû civiya.
Weke tê zanîn heyeta PDKê beriya çend rojan bo beşdarî kirin di kongreya AKPê de serdana Tirkiyeyê kiribû û di çarçoveya serdana han de li gel HDP û CHPê jî civiya bû û îro jî serdana wezareta derve ya Tirkiyeyê kir û biryare her îro jî li gel AKP bicive.
