Merziye Efxem:Divê Turkiye bilez digel PKK rûne
Peyvdara Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îran`ê Merziye Efxem di daxuyaniya de hêrişên terorê li Turkiye şermezar kir û deberazbûna Hêzên çekdarî yên Turkiye bo nav axa Îraq`ê şermezar kir û têkest kir ku, bi hatina Hêzên Turkiye bo nav axa Îraqê, rewş aloztir kiriye û rê li ber destwerdana welatên biyanî li herêmê vekiriye.
Efxem got: Hêzên Turkiye li deverên Rojhelatê Turkiye windahiyên mezin dane, lewra divê Hikûmeta Turkiye bi lez degel PKK`ê rûne û danûstanên aştiyane encam bide.
Eve di demekê de ye ku, beriya demekê Serok Erkanê Komara Îslamî yê Îran`ê Hesen Feyrûzebadî jî gotibû: Armancgirtina girûpên Kurdî yên ku şerê DAIŞ`ê dikin, ji aliyê Hikûmeta Turkiye ve şaştiyeke stratîjîk e.
Xendan
