• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Mûşê teqîn – 12 leşkerên Tirk birîndar bûn

Gulan Media September 15, 2015 Nûçe
Li Mûşê teqîn – 12 leşkerên Tirk birîndar bûn
Li herêma Mûşê ya Bakurê Kurdistanê, di encama teqînekê de 12 leşkerên Tirk birîndar bûn.

Îro danê sibê li gundê Kavarê yê Mûşê û li nêzîkî rêya Mûş û Qulpê, bombeyek bi panêra leşkerî de teqiya.

Li gorî medyaya Tirkiyê, di bûyerê de panzer pelişî û 12 leşker jî birîndar bûn. Heta niha ti agahiyek li ser rewşa birîndaran nehatiye eşkerekirin.

Hat gotin, piştî bûyerê hêzên Tirk dest bi operasyonê kirin.

Rudaw
Top