Messî: Ez kurdan û Kurdistanê nas dikim
Rojnemevanê kurd, Darewan Hacî Hamîd ku xelkê Başûrê Kurdistanê ye. Li Parîs dimîne. Roja 27ê Tebaxê di tîrupişka şampyona Ewropayê de li monako beşdar bû. Li wir derfetek jê re derket ku gotûbêjeke bilez ligel stêrka Argantîn û Barselona, Messî pêk bîne.
Darewan Hacî Hamîd hevpeyvîna xwe taybet ji Rûdawa Werzişî re şand.
Ev jî tekesta ku ji me re şandiye:
“Roja 27ê Tebaxê saet 15:00 merasîm dest pê kir. Piştre min derfet wergirt ku derbasî hindur bibim û hevpeyvîneke kurt ligel Messî pêk bînim.
Ji ber ku li UEFA navê min wek rojnamevanê werzişî hatibû nivîsandin, min nikarîbû wêneyan bigirim. Min 2 – 3 caran hewl da wêneyan bigirim, lê ji min re gotin mafê te tune ye.
Min ji Messî re got: “Ez Darewan Hacî Hamîd im, rojnamevanekî werzişî kurd im û ji Kurdistanê hatime, spasiya te dikim li ser vê hevpeyvînê.”
Wî bi devlikenî got: “Ez kurdan û Kurdistanê nas dikim. Ez zanim ku gelek şer li welatê we qewimîne, lê mixabin ku heta niha ez nehatime welatê we û min nedîtiye.”
Messî dîsa destê xwe da destê min wiha domand: “Dilxweş im ku ev cara yekê ye ku ligel rojnamevanekî ji Kurdistanê gotûbêjê dikim.”
Wê rojê baştirîn lîstikvanê Ewropayê jî hat destnîşankirin, lewma min ji Messî pirsyar kir: Birêz Messî îro dê baştirîn lîstkvan bê diyarkirin, gelo ti dibêje ew kes tu ye?.
Leo bi devliken bersiv da û wiha got: “Bi rastî ez dilxweş im ku par me ew me gelek destkeft bi dest anîn, lewma ez dibêjim, ez hêja me ku bibim baştirîn lîstkvanê Ewropayê, lê bêguman ew jî bi alîkariya hevalên min.”
Di dema ku em dixafîn, Messî çend caran ji min re got, ti dişibihî lîstkvanê berê yê Barslona Xavi Hernandez. Heta carekê keniya û ji min pirsî, niha ti ne birayê Xavi ye?
Herwiha min ji Messî pirsyara wê yekê jî kir ku, di dema borî de hinek nûçe belav bibûn ku qaşo Messî dê biçe tîma Paris Saint-Germain a fransî yan Chelsea ya brîtan, gelo ev yek rast e?
Messî wiha bersiv da: “Ez ji zarokî de kurê tîma Barselona me. Ez spasiya wan tîman dikim, lê Barsalona cihê min ê destpêkê bû û dê cihê dawî be jî.”
Di dawiyê de, ku zêdetir rê nedan min pirsin din jê bikim, min ji Messî re got, gelek spas bo vê hevpeyvînê, lê pirsa min a dawî ew e, gelo hemû xewnên te bicih hatine?
Leo wisa bersiv da: “Tişta ku ji bo min xewnekî pir mezin û girîng e û ku hêj bi dest nehatiye, bidestanîna şampyona cîhanê ye ligel Argantîna.”
Min jê re got, birêz Messî spas bo vê hevpeyvîna kurt, hêvîdar im careke din te bibînim. Birastî ev yek ji min re wek xewnekê bû.
Messî jî got: “Ez jî dilxweş bûn”.”
Rudaw
