• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Kerkûkê 45 çekdarên DAIŞê hatin girtin

Gulan Media September 15, 2015 Nûçe
Li Kerkûkê 45 çekdarên DAIŞê hatin girtin
Hêzên Asayişa Kerkûkê 45 çekdarên DAIŞê girtin ku hewl didan bi awayeke veşartî çalakiyan li dijî hêzên ewlehiyê li sînorê Kerkûkê pêk bînin û êrişî Hêzên Pêşmerge bikin.



Berdevkê Asayişa Kerkûk Emîd Simko Mehmûd ragihand: Bi alîkariya Hêzên Ewlekariyê li sînorê bajarokê Daquqê li başûrê Kerkûkê 45 çekdarên DAIŞê hatin girtin.

Berdevkê asayişa Kerkûkê Emîd Simko Mehmûd ragihand: 14ê Îlonê bi alîkariya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li navçeyê û li gorî zaniyariyên temam, Hêzên Asayişa Kerkûkê li sînorê bajarokê Daqûq li başûrê Kerkûkê 45 çekdarên DAIŞê hatin desteserkirin. Piştî ku Pêşmerge çend gund li wê deverê rizgar kiribûn wan çekdaran dixwestin bi dizî derbasî nava bajarê Kerkûkê bibin û kiryarên têrorîstî li wir û li nava bajarê Dquqê bikin.

Herwiha navborî got: “Di encama lêkolînên ligel wan çekdaran de hemû li xwe mikur hatin ku ew berî niha çekdarên DAIŞê bûn û pêwendiya wan li gel wê rêxistina têrorîst de hebû.”

Roja Înê ya derbasbûyî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li başûrê Kerkûkê û sînorê bajarokê Daqûq helmetek berfireh jibo azadkirina gundên wî sînorî li dijî çekdarên DAIŞê pêkanîn. Di encam de 12 gund ji çekdarên DAIŞê hatin rizgar kirin.

Top