• Thursday, 19 February 2026
logo

Demîrtaş banga agirbestê li PKKê û Dewleta Tirkiyeyê kir

Gulan Media September 14, 2015 Nûçe
Demîrtaş banga agirbestê li PKKê û Dewleta Tirkiyeyê kir
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahedîn Demîrtaş li Qada Şêx Seîd a bajarê Amedê bang li Enqerê û Qendîlê kir û got, pêwîste demildest çekan rawestînin û agirbestê îlan bikin.


Selahedîn Demirtaş got: "Banga me ev e, divê demildest dest ji çekan bê berdan. Divê Enqere jî û Qendîl jî bersiva projya hêviya gel bidin. Em li benda vê yekê ne. Bersivên ji bangên me re hatin dayîn hene. Dibêjin dê operasyon heya dawiyê bidomin û heya terorîstek hebe dê berdewam bikin. Yek jî dibêjin em ji agirbestê re amade ne. Bi milyonan kesên piştgirî dan me hene."

Demirtaş got: "Bila hemû kes piştgiriyê bidin bangên me yên aştiyê. Lêgerîna aştiyê erkê me yê yekemîn e. Her çiqas hikûmet demkî be jî lê belê heke wêrekiyê nîşan bide dê deriyên muzakere û diyalogê pêş bikevin. Dê hêza HDP'ê ya aştiyê bibînin."

Di dawiya axavtina xwe de Demirtaş tekez li ser destpêkirina danûstandinûn aştiyê jî kir û got: "Ev diyalog eer salekî jî berdewam bike, ji bo ku kes nemire em biaxivin. Di rewşên wisa de yên ku narûnin, tirsonek in."
Top