• Thursday, 19 February 2026
logo

Kurê wezîrekî kurd tevlî DAIŞê bibû

Gulan Media September 14, 2015 Nûçe
Kurê wezîrekî kurd tevlî DAIŞê bibû
Xortekî kurd ku tevlî çekdarên rêxistina DAIŞê bibû, li hember 100 hezar dolar, vegeriya Kurdistanê. Ew xort bavê wî berê li Herêma Kurdistanê wezîr bû.

Birayê wî şerê DAIŞê dike

Ew xortê bi navê (S.M.K), ku xelkê bajarê Silêmaniyê ye û demeke dirêj e li Sûriyê di nava DAIŞê de bû. Roja 12ê Îlonê wî xortî xwe radestî Hêzên Pêşmerge kir.

Efserekî pilebilind ji Hêzên Pêşmerge li sînorê Guwêr – Mexmûr ji Rûdawê re ragihand: “Carna kurdên nava DAIŞê direvin û xwe radestî Hêzên Pêşmerge dikin. (S.M.K) li kaşên Sultan Ebdullah li eniya me, xwe radestî me kir.”

Ew efserê Pêşmerge ku daxwaz kir navê wî neyê eşkerekirin, agahiyên zêdetir derbarê wî xortî da û wiha got: “Xelkê Silîmaniyê ye. Yek ji birayên wî di nava Pêşmerge de fermandar e, ku li eniya Kerkûkê şerê DAIŞê dike. Herwiha bavê wî di dema Îdareya Silêmaniyê de wezîr bû, piştre tevlî Tevgera Goran bû.”

Kesel nêzîkî wê malbatê ji Rûdawê re got: “(S.M.K) ji bavê xwe re gotibû, ezê ligel 2 hevalên xwe herim Îranê, lê piştî demekê hat naskirin ku ew li bajarê Reqa yê Sûriyê ye, ku bi rêya Tirkiyê çûbû.”

Kuştiyên DAIŞê yên kurd

Tevî ku ti amarên fermî li ser hejmara kurdên Başûrê Kurdistanê yên di nava DAIŞê de tune ye, lê Rêveberê Pêwendiyên Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî Merîwan Neqişbendî ragihand: 500 kurdên Başûr tevlî DAIŞê bibûn.

Merîwan Neqişbendî wiha domand: “Niha 100 kurd di nava wan de nemane, ji ber ku ji 250 heta 260 ji aliyê Hêzên Pêşmerge û balafirên hevpeymaniya navdewletî ve hatine kuştin. Herwiha hejmarek mezin vegeriyane jî.”

Kirîna kurdên nava DAIŞê

Neqişbendî tekez dike ku ew malbatên ku zarokên wan di nava DAIŞê de ne, daxwaz ji dezgehên ewlehiyê dikin ku hevahengiyê bikin bo vegeryana zarokên wan.

Rêveberê Pêwendiyên Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî wiha got: “Hinek kurdên nava DAIŞê bi rêya eşîrên erebî yên sunî xwe radestî Hêzên Pêşmerge kirine. Malbat heye ku 170 hezar dolar daye DAIŞê li hember vegera kurê wan.”

Wek ew efserê Pêşmerge diyar kir, “(S.M.K) 5 mehan di nava DAIŞê de ma, lê dewlemendekî navdar ji bajarê Silêmaniyê 100 dolar da malbata wî û ew pere dan DAIŞê bo vegera kurê wan. Ew pere çûn bin destê kesna ku di bin desthilata DAIŞê de ne. Bi awayekî ku ev pere dibin alîkariyeke darayî bo wê rêxistinê, lê xelk neçar in bo vegera zarokên xwe her tiştî bikin.”




Di dema vegera (S.M.K) de, pêşmergeyek jê dipirse, ti çawa çû nav DAIŞ û ew kurdan dikujin? Wî jî bersiv daye û gotiye: “Ji misilmanan re ne girîng e şerê kê dikin, ya girîng şerê kafiran.”

Wî efserê Pêşmerge wiha got: “Kesên ku cem DAIŞê vedigerin, di serî de, dê li cem asayiş û dezgehên ewlehiyê bimînin da ku vegerin rewşa berê, piştre bên azadkirin. Ji ber ku dema ji nava DAIŞê vedigerin hêj di bin bandor û baweriya wê rêxistinê de dibin.”

31500 çekdarên DAIŞê hene

Li gorî nûtirîn rapora Dezgeha Îstxbaratê ya Amerîkayê (CAI), hejmara çekdarên DAIŞê derdora 31500 çekdar e.

Parêzgarê Mûsilê yê berê Esîl Nucêfî ji Rûdawê re ragihandibû: “Hejmara kurdên nava DAIŞê derdora 200 kesî ye. Li gorî zanyariyên me, niha ew çekdarên kurd li Sûriyê perwerdeya leşkerî werdigirin, da ku xwe ji şerê Mûsilê re amade bikin.”

(S.M.K) di dema xweradestkirinê de wiha got: “Niha DAIŞ çekdarên kurd û iraqî ji Sûriyê dibe nava Mûsilê û bajarên din ên Iraqê.”

75 kes ji Silêmaniyê tevlî DAIŞê bûne

Çekdarên DAIŞê yên kurd xelkê navçeyên cuda yên Başûrê Kurdistanê ne. Zêdetir ji Helebce, Germiyan, Silêmanî û Hewlêr in. Hinek ji wan tevî malbatên xwe çûne nav wê rêxistinê.

Rêveberê Asayişa Silêmaniyê Hesen Nûrî ji Dengê Amerîka re ragihand: “Li sînorê bajarê Silêmanî ji 70 heta 75 kes tevlî DAIŞê bûne, 10 heta 15 kesan ji wan tevî malbata xwe çûne. Lê nîvê wê hejmarê vegeriyane û dezgehên asayişê lêkolîn ligel wan kirine.”

Herwiha Rêveberê Asayişê li Kerkûkê Helo Necat, ku ser bi PDKê ye, ji Rûdawê re ragihand: “Kurdên ku ji Kerkûkê tevlî DAIŞê bûne, kes ji wan venegeriya ye. Heta niha 10 kurd ji Kerkûkê tevlî DAIŞê bûne û 3 ji wan hatine kuştin. Dema ku hatin kuştin DAIŞ bi xwe malbatên wan agahdar kiriye. Piraniya wan çekdarên hatine kuştin, xelkê navçeya Daquq û Xurmatû bûn.”

Bi kurdan bawer nakin

Merîwan Neqişbendî ragihand: “Baweriya DAIŞê bi çekdarên kurd nemaye. Nahêlin bi hevre bimînin. Niha nahêlin ti kurdek bibe berpirs û fermandar. Di dema borî de, DAIŞ 18 çekdarên kurd bi tometa xiyanetê û dana agahiyan bo Hêzên Pêşmerge, îdam kirine.”

Jibilî kurdên Başûr, kurdên perçên din jî di nava DAIŞê de hene.

Li gundê Keskê yê rojavayê Mûsilê, çekdarekî DAIŞê bi birîndarî ket destê Pêşmerge de, ku xelkê Bakurê Kurdistanê bû.

Derbarê kurdên perçên din ên Kurdistanê, Neqişbendî wiha got: “Li gorî zanyariyên me, 500 kurdên Bakur û Rojhilatê Kurdistanê niha di nava DAIŞê de ne.”

Rudaw
Top