• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Cizîrê qedexeya derketina derve rabû

Gulan Media September 14, 2015 Nûçe
Li Cizîrê qedexeya derketina derve rabû
Li bajarê Cizîrê yê Bakurê Kurdistanê, qedexeya derketina derve, ya ku şeva borî hatibû ragihandin, hat rakirin.

Walîtiya Şirnexê ragihand, qedexeya derketina derve ya ku ji duh êvarê saet 19:00 li Cizîrê hatibû ragihandin, îro danê sibê saet 07:00 xilas bû.

Duh piştî ragihandina qedexeya derketina derve, komek xelkê Cizîrê li dijî wê biryarê xwepêşandan kiribûn.

Dewleta Tirk roja 4ê Îlonê jî li Cizîrê rewşa awarte ragihandibû û derketina derve qedexe kiribû. Wê fermanê 9 rojan ajotibû.

Ew ferman bi hêceta “tijîkirina xendeqan” hatibû ragihandin, lê di heyama wan rojan de herî kêm 22 kesên sivîl ji aliyê hêzên polîs ve hatibûn kuştin.

Cenazeyên 16 ji wan duh bi merasîmekê girseyî hatibûn veşartin.
Top