• Thursday, 19 February 2026
logo

Fûad Hisên: Êrîşa ser baregehên Yekgirtû hat şermezar kirin

Gulan Media September 14, 2015 Nûçe
Fûad Hisên: Êrîşa ser baregehên Yekgirtû hat şermezar kirin

Di kongireyekî rojnamevanî de Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr.Fûad Hisên behsa civîna pêncalî di navbera Hêzên Siyasiyên Kurdistanê de li ser pirsa Serokatiya HerêmaKurdistanê kir û got: “Pêşniyarên nû hebûn, lewma civîn hat paşxistin.”

Îro 13 Eylûlê civîna pênc Hêzên Siyasiyên Kurdistanê li ser pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê birêve çû. Piştî civînê Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Fûad Hisên di kongireyekî rojnamevanî de ragihand: Pêwîste Hêzên siyasiyên Kurdistanê yek gotin bin, biyek helwêst jî vê pirsê birêv bibin. Di civîna îro de komek pêşniyarên nû hatin pêşkêş kirin, lewma civîn dîsa hate paşxistin. dawe li partiyan hete kirin ku li xwe vegerin, pêşniyaran gotûbêj bikin û divê di civîna bê de bersivên nivîskî bidin, da ku em bighên encamekê.

Navborî got: “Biryar hate dan ku Pêncşema bê civîna pênc alî bê lidarxistin, hêvidarbûn jî ku civîna dawî berî Cejna Qurbanê be. Di heman demê de êrîşa ser baregehên Yekgirtû hatin şermezar kirin. Nabe danûstendinên navbera aliyên siyasî bibe sedemên pirsgirêkan. Di demekê de ku Yekgirtû xwedî rolek girîng bû di hemî civînan de.”

Herwiha Dr. Fûad Masûm got jî: “Pêşniyarên ku îro hatin behis kirin, pêwendiya wê bi mîkanîzma Serokê Herêma Kurdistanê û şêweyê hilbijartina wî ji parlemen yan ji nav Xelkê. Pewendî bi deselatên Serokê Herêma Kurdistanê ve jî hebû.”

basnews
Top