• Thursday, 19 February 2026
logo

Daxuyaniyek ji Peyvdarê Fermî yê Serokayetiya Herêma Kurdistanê

Gulan Media September 14, 2015 Nûçe
Daxuyaniyek ji Peyvdarê Fermî yê Serokayetiya Herêma Kurdistanê
Roja pênçşem 10.09.2015 Televizyona Rûsya 24 ê Rûsî hevpeyvînekî li gel birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê encam daye û Serok Barzanî bersîva çend pirsiyarekî vê televizyonê daye.

Mixabin bi sedema şaşiya beşê Erebî ya kanala Rusya Elyom, wergerekî nedirust ji bo birgeyek ji bersîva Serok Barzanî di derbarê serbixweyî hatiye kirin û wekî xwe muamele li gel nehatiye kirin û ewe xistiye rû ku qaşo Serok Barzanî serbixweyî bi babetekî mehal dizanê.

Li vir da bi hemû aliyek radigihînîn ku ji bilî vê xwendina nedirust û li bersîva pirsiyara wê yekê ku çawa li ser axa Kurdistanê derfet bêne parastin û Kurdistan berev pêşve biçê û astengên li ber pêşketin û nêrîna rêzdar yan ji bo paşarojê çiye, Serok Barzanî bi vî awayî bersîva Rûsya 24 daye ku: "Nikarîn kêşeyên navçeyê nebînîn, divê wêneya hemû navçeyê bibînin. Rewşa me bandorê li derve jî werdigrê. Hereşe jî gelekin û derfet jî gelekin. Da'îş hereşeye ji bo me hemûyan û guhertinên herêmî û dabezîna nirxa neft ev hereşene. Li heman demî de hate selmandin ku em ne hereşene ji bo hîç kesek, faktera asayîşa navçeyêne û li rûyê aborî ve rolê dibînîn. Li gel Iraqê da gelek me hewl da rolekî serekî bibînîn û kêşe nemînin lê belê kêşe wekî xwe mane. Li encamê da wekî mîllet mafê me heye berev serbixweyî biçîn, li vê zêdetir nayê tehemul kirin lê belê bi xweşî û bi tefahum".

Gotinên cenabê Serok Barzanî gelek rûn û eşkerene û bi tu awayekî mustehîlbûna serbixweyî li axaftina Serok Barzanî da nehatiye. Hêjayî gotinêye ku piştî dûvdaçûnê, beşa Erebî ya kanala Rusya Elyom pêdaçûnê bi nûçeyê kiriye û şaşiyê rast kiriye û daxwaza lêborî nê jî ji xwendevan û temaşevanên xwe kiriye.

Peyvdarê Fermî yê
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
13.09.2015
Top